tisdag 27 januari 2009

Keya û Cengawerên MEDAN



KEY XUSRE:

Eger ku tiştek bi me bibe li vir, hûn jî nikarin bisekinin li wir!

Berî ew cenga, ji qewlî şaîrê navdar Fîrdewsî ve; ew cenga cîhanî, wê wexta ku qiralê Medya; Key Xusreyê kurê Phraortes û torinê Dejokes, an jî li gorî Livius Daîaûkkû, yan jî belkî mirov dikare bibêje; Dîyako, an jî Çêko, Çeko, yanî ew Şahê yekemîn yê ku dest bi avakirina dewleta Medya kirîye,(û yê ku ji sala 625´a û heta 585´ê berî Îsa, li ser text bû), ji pîlanên êrîşa Asûr, yên şerekî pir mezin û ew xelkên ku bi wan re bibûn hevbend agahdar dibe. Ew cenga cîhanî, ya ku Key Xusre, yê ku di dîrokê de wek jîr û zana û ji hêla eskerî û siyasî de wek dahî û dîsa yê ku bi mêrxasî û egîdîya xwe tê nas kirin û yê ku; wê cenga cîhanî qezec dike û bi wê re jî, ne bi tenê ji bo Meda û Farisa, herweha ji bo ew xelkên Mezopotamya û bi giştî ji bo xelkên Asîya, aştîyek mayînde û ji bo demeke dûr û dirêj peyda dike, li hember ew Asûr, a ku bi sedan sal temamê xelkên Mezopotamya û Asîya û ew xelkên wan derûdoran, bo nimûne wek xelkê Cihû, bi êşkence, talan, bi koçkirin û dîsa yên ku bi qetlîamên xwe, ew tev anîbûn qelaqa Xwedê… Lê berî wê cenga cîhanî, Key Xusre bi wan herdu hevokên li jor Kūruš (bi zimanê Medî Kūruš e) (Kyrus) hişyar dike, ango jê re wanî dibêje: ”Eger ku tiştek bi me bibe li vir, hûn jî nikarin bisekinin li wir!” not dike Xenofon û dîroknasên ewrûpeyî û amerîkî.
Û mirov dikare wan herdu hevokan wek gotinek bibask bikar bine û bide jiyandin, da ku ew herdem bijî! Lê divê ku em pêşî, bi kurtî be jî, çîroka wê ”gotina bibask”, li ser esasê çavkanîyên dîrokî û cî bî cî jî, gava ku îcab bike, bi hin werger, ji ew çavkanîyên dîrokî, hinekî wê veke.
Lê belê, pêşî paragrafek ji kitêba Herodot a dîrokî û ew Herodotê ku ew weke bavê dîrokê tê nasîn, ew di vê paragrafa kin de ji bo Key Xusre werê dinivîse: Piştî ku bavê Key Xusre Fraortes Îranê dixe bin hukmê xwe û di şerê li dijî Asûr de tê kuştin, wê gavê Key Xusreyê (Kyaxares) kurê Fraortesê kurê Dîyako (Dejokes) derdikeve ser text. Di derheqê wî de tê gotin ku ew, hê ji bav û kalên xwe egît û mêrxastir bû. Ew, yê herî pêşî bû, yê ku artêşên (xelkên) Asyayê ji hevdu veqetand û dabeşî liqa (tumen) kir û kir ku her yek bi serê xwe beşdar bibe, rimavêj û tîravêj û siwarî. Ji ber ku berê ew tev di nav hev de bûn. Û ew ew bû, yê ku bi lîdîyan re şer dikir, wê cara ku, wê gava ku roj bû şev (Hîv ketibû ber Rojê, ango Roj hatibû girtin) di nivê orta şer de û ew bû, yê ku temamê Asyaya li rojhilatê Halys (Kizilirmak, li rojhilatê Anqerê) di binê gopalê seltenata xwe de kire yek.
Belê, hingê ew jî, yanî Key Xusre jî, pêre pêre dijtedbîran distîne û bi zûbirgan re xebera hewarê dişîane ji bo zavayê kurê xwe Astyages, bo qiralê farisa Kambyses. Û ew xeberê dişîne ji Kūrušê kurê Mandane û Kambyses re jî û jê rica dike ku; eger hikûmeta farisa qerarê bide ji bo şandina artêşekê bo alîkarî, ji bo ku ew serkêşîya wê ordîyê bike, wek serek erkan. Kūrušê ku tam wê demê deh salên xwe yê dereca naşîtîyê xelas kiribû û ketibû nav zilama wê wezîfê digre ser xwe û ew esilzadeyên navsere yên nav artêşê, wî hildibijêrin bo serek erkanê wê artêşê, ya ku hatibû tenzîm kirin ji bo alîkarîya Medan.
Ew Kūrušê ku ew jî, hem bi jîrîtî, mêranî û edalet û hem jî bi toleransa xwe li hember xelkên din û dîsa hem jî bi qabilyetek ku dikaribû xelkên din jî îdare bike, nav û deng dabû, di cîhana wê demê de. Û heta ew yek, ango ew xisûsîyetên însanî û hêja, vêga jî dibin sedemê ku gelek nivîskar û ronakbîrên ewrûpeyî, yanî piştî du hezar û pênc sed û pêncî salî jî, gelek ewrûpeyî wê yekê fam nakin, yanî însan çawa dikarin ewqas însanî bin, ew yek ji wan re ecêb tê, yan jî naxwazin fam bikin. Ji ber ku ew, vêga jî nivîskarên wek Xenofon rexne dikin û dibêji; ma tu kes li Ewrûpa nema bû, ku wî çû li ser yekî faris nivisand û gelek rexneyên din, yên negativ. Îcar Xenofon jî, ew ê ku ew jî di wê sefera talanê de (Anabasîs) hicûmî Meda û Farisa kiribû, yanî nivîskarê Anabasîs û li gorî rewşa wê demê, Xenofonê yûnanî (Eger yûnanî be) diket kategorîyek wek neyar ji bo Meda û Persa.
Dîroknasê navdar Arnold J. Toynbee wanî dibêje: tu felaketek û tu misîbetek jê wê yekê xerabtir tune; ku dîroka xelkekî ji alîyê neyarê wî de were nivîsandin!
Mirov çi bibêje, ew dergûşa medenîyetê, ya ku: nivîs, teker, dîn û felsefe û hema bêje her tişt û berî her tiştî jî logîka mentalîtek binirx û biqîmet û pê re jî însanîyet pêşkêşî mirovayetîyê kir, lê çima ku, nivîskarên wek Herodot û Xenofon, bihemd yan jî bêhemd hin mezîyet û xisûsyetên însanî, ji bo Meda û Persa, ku di zemanê xwe de nivîsandine, ew yek vêga jî, ji alîyê ekserîyetê ewrûpeyîyan ve nayên hezim kirin. belkî jî ew xisûsîyetên însanî ne li gorî mantiq û mentalîta wan bin. Ew modernîte û medenîyeta wan, ya ku bi tenê di van sed salên dawî de (ger mirov dîrokê deyne alîkî), du heb cengê cîhanî û bi kuştina; bi dehan milyon însan û belav kirina siyasetek nijadperestî li dinyayê, û ew wê yekê jî, tu dibêjî qey, ew ji xwe re weke felsefeya jîyanê didomînin. Îcar ku rewş welê be, ya ku bêguman ew welê ye, wê gavê, ji xwe ew ê nexwazin ku yên wek kurroj, yan jî irf û adetên Medan yên beşerî fêm bikin…
Belê piştî wê analîza kurt li ser sîyaset û mentalîteya ewrûpîyan, em dikarin vegerin ser mijara xwe. Bi rê de, wê gava ku artêşa alîkarîyê ber bi Medyayê ve diçe, Kurroj ji yên derdora xwe re wanî dibêje: Temamê neyaran bêtehrîk êrîşî me dikin û hevalbendê me ji bo alîkarî bangî me dike. Ma çi ji wê bêtir rewa ye, ji ku mirov xwe biparêze? Û çi dikare ji wê xweştir be, ji ku bazde alîkarîya hewara dostên xwe? Dinivisîne Xenofon.
Gava ku Kūruš tevî artêşa xwe digihêje Medya û derdikeve pêşberî Key Xusre, ew hevûdu himêz dikin li gorî irf û adetê xwe û piştre, Key Xusre hejmara artêşa wî jê dipirse. Kūruš dibêje sî hezar leşkêrên kirêkirî û yên ku berê jî wan li cem we kar kiribûn û hin esilzade, yên ku qet nehetine vir (Medya). Çend hebin? Jê dipirse Key Xusre. Tu ê zêde memnûn nebî, dibîje Kūruš û dom dike, gava ku tu hejmarê bibihîzî, lê bifikire ku ew esilzade, her çiqas ku hejmara wan hindik be jî, lê belê ew dikarin pir rehet fermandarî li ser hejmarek mezin ya farisên din bikin. Dîsa jî, heqîqeten pêwîstî bi wan heye, yan jî ew alarmeke sexte ye? Jê dipirse Kūruš û bi pirsek din dom dike, ew ê neyar neyê? Key Xusre: belê çawan, bi Zevs û bi hejmarek mezin! –
Lê li vê derê divê ku em kevanekekê vekin. (Lê belê yên ku kitêbên Herodotos û Xenofon tercime kirine, bi taybetî jî yên ku piştî salên 1960ê hatine tercime kirin, yan jî qaşo wan ew di ber çavan re derbas kirine, lê hûr bûne, lê ji dêlva di ber çavan re derbaskirin, ew, bi zanebûn bi nih teksta û bi hin nav û gotinên esasî lîstine, ango wan ew guhertine.
Mesela di kitêbên Herodotos yên ji salên 1960 û bi vir ve, bo nimûne di çapa 2004an de; ji dêlva ZEVS re ZEÛS nivîsandine! Belê, hem di wergera çapa 1920 de û hem jî di çapa 1871 de ew nav wek ZEVS hatîye nivîsandin. Îcar hun û wergera çapa kitêba Herodotos ya sala1871´ê û Herodotos:
Dîn, Tore û Adetên Persan
KAP. 131. Di derheqê urf û adetên persan de ew ên dinasim ez ê behs bikim. Ne adetê wan bû ku ew heykelan û mîhraban û perestgehan biçikînin; belê, ew, yên ku welê dikrin wan bi ehmeqîyê ew gunehbar dikirin, (eger li virê bi nivîsê nahatibe lîstn, ji ber ku dîroknasê polonî R. Kapuscinski dibêje; gelek nivîsê kitêba Herodot hatiye bermeqlûb kirin.. !) ji ber wê yekê, ez di wê bawerîyê de me ku, ew wek yûnanîya bawer nakin ku Xweda mîna cinsê însana be. Lê belê qurban dayîna ji bo Zevs adetê wan bû, û wê demê ew derdikevin serê çîyayên xwe yên herî bilind, ji ber ku wan ji temamê quba asîmanan re digotin Zevs; û ji bo rojê û hîvê û erdê û agir û avê û ba wan qurban didan. Ew ji destpêkê ve bi tenê ji bo ev ên ha qurbanan didan. Piştre herweha hîn bûn û ji bo Ûranîa (Xwedaya astronomîyê) jî qurban dan, û wan ev a ha ji asûrîyan û ereban hîn bûn. Lê asûrî ji Afrodîte re digotin Mylîtta û ereb Alitta, lê belê persan digotin Mîtra. …
Îcar weke ku baş tê zanîn Persan; di serî de îdeolojî, pergala siyasî ya bi rê ve birinê û ya leşkerî û gelek urf û adetên xwe ji Medan girtibûn…
– Kūruš tu çawa werê bi wê yekê ewle yî? Jê dipirse. - Key Xusre: ez pê zanim, ji ber ku hemû kesên ku ji wê derê tên, tev eynî çîrokê dibêjin. Hin bi şiklekî dibêjin û hinî din jî bi aweyekî din dibêjin. - Kūruš, em mecbûrin bi wan re şer bikin. - Key Xusre, em mecbûr in. - Kūruš, çima wê gavê tu ji min re nabêjî bê ew artêşa neyar çiqs mezin e? Û dom dike, ger tu bibêjî, wê demê ew ê haya mirov ji herdu alîyan jî hebe û li gorî wê rewşê mirov dikare bi hevdu re bişêwire, bê mirov dê çawa bikaribe herî baş û efektîv şer bike. – Wê gavê guhdarî bike, bersîv dide Key Xusre:
Tê gotin ku Kroîsosê lîdyayî (lydiern), hezar heb siwarî bi xwe re tîne û ji çil hezarî zêdetir jî leşkerên sivik biçek (peltaster) û yên bi tîr û kevan, ji bo alîkarîya Asûr. Artakames hikimdarê Frygya mezin, tê gotin ku ew jî bi xwe re heşt hezar siwarî, lê bi temamî ne zêdeyî sî hezar leşkerên sivik biçek û yên bi rim, tên hevalbendîya wan. Arîbaîos qiralî kapadokya, xwedîyê şeş hezar siwarî ye, lê ne zêdeyî sê hezar leşkerên sivik biçek û yên bi tîr û kevan, herweha ewê ereb Aragdos jî teqrîben xwedîyê hezar siwarî ye û nêzîkî sed vagon, yanî erebên şer û hejmarek mezin kevkanîk avêj. Ew yûnanîyên ku li Asyayê bi cî bûne, mirov nikare bi ewleyî bibêje, ku ew ê xwe tevî wan bikin an na. Ew frygiyên ku li derûdorê Çanakkale (Dardanellerna) îqame dikin, dimînin, di binê fermandarîya Gabaîdos, bo Kaystros, ew jî bi şeş hezar siwarî û hezar heb leşker tevlî dibin. Tê gotin ku karîyî (karierna – Bodrum a tirkî ya vêga) û paflagonî xwe tevlî nakin, tevlî ku ji bo tevlîbûnê wan bang hatibû kirin jî. Ez bawerim ku ew yê asûrî bixwe, ew yê ku li Babîl hikim dike û ew asûrîyê din, wê ew bi xwe re bi kêmanî du hezar siwarî bîne. Bêguman ew ê bi xwe re hejmarek mezin pîyade jî bîne û ne kêmî du sed heb erebeyên şer. Ew yek wilo dibe, her gava ku ew êrîşî me dike.
Yanî tu dibêjî, jê re dibêje Kūruš, ku artêşên neyaran digihîje şêst hezar siwarî û zêdeyî du sed hezar leşker û yên bi tîr û kevan û Kūruš dom dike û ji Key Xusre dipirse; wê gavê bêje min bê hêza te çiqas mezin e? – Key Xusre; yên me ji deh hezaran zêdetir siwarîyên medan hene, bersîv dide û dom dike; hejmara leşkerên me yên sivik biçek û yên bi tîr û kevan muhtemelen dihihîje nêzîkî şêst hezarî. Û cîranên me yên Ermenî ew ê jî bi çar hezar siwarî û bi bîst hezar eskerên pîyade alîkarî bikin. – Yanî ew tê wê maneyê, dibêje Kūruš û dom dike; ku hêzên me yên siwarî hema bêje bi qasî, ji çara yekê dijminan e û eskerên pîyade jî nêzîkî nîvê yên neraran e. Wê gavê ew hêza ku te bi xwe re ji Îranê aniyê, tu wê gelekî kêm nabînî? Ji Kūruš dipirse, Key Xusre. Eger ku hêzên me kêm bin an na, em ê didûre li serê minaqeşe bikin, bersîva wî dide û Kūruš dîsa ji Key Xusre dipirse; lê belê tu dikarî ji min re bibêjî bê temamê wan xelkan kîjan awa û metodên şer bi kar tînin? Hema hema ji hemû alîyan ve eynî wekî me bixwe, yanî bi piranî, tîr û kevanên û rimên mina yêm me, bersîva wî dide Key Xusre. - Kūruš: Lê bi çekên welê re divê ku mirov ji dûr ve, bi mesafe bi wan re şer bike, ne xwe. Ew yek zerûrî ye, bersîv dide Key Xusre. Kūruš dom dike; di wê rewşê de ew alîyê ku leşkerên wan zêde bin ew ê biserkevin, yanî ew ên ku hindikin ew ê zûtir birîdar bibin û bêne kuştin, ji yên ku leşkerên wan pirin.
Wê çaxê ew Key Xusreyê bi nav û deng û yê ku şaîrê navdar û nemir Fîrdewsî, wî di Şahnameya xwe de kiriye efsane. Li gorî analîza Elsie Nordensvan, ya di derheqê Fîrdewsî û Şahnameya wî de. Belê (piştî wê cenga cîhaî) paragrafek ji analîza wê: ”Key Xusreyê biserketî û serfîraz, ji bo mirinê ji ew ê herî li jor, ji Xwedê re dîa dike, dîa dike ku ew bimre, ji bo ku ew mecbûr nebe ku ew jî bibe, wek “yê ku Ahrîman bi derzîya xwe ya bi sûç û guneh pêvede”, ew, yê ku ew aramî û hizûra ku di dawîyê de hatîye qezenc kirin, xera dike. Dia tê qebûl kirin. Ew dev ji tac û text berdide. Ew mîzac, karakter û xusûsîyetên bav û kalên xwe, yên ku qels disekinin, wan li hev rast dike û wî wan ji nû ve jîndar kir, ewanê ku bav û kalên wî; di cengên bi sedan sal de, ku bi cî neanî bûn. Ew xatir ji artêşê û welat dixwaze, dûr diçe û di çîya de; bi dûr dikeve û wenda dibe”.
Û Nordensvan dom dike: Şah-name pesinê wê cenga pir mezin û bêdawî ya Key Xusreyê jîr û biaqil dide…
Belê, Key Xusre, wê ”gotina bibask”, yanî wê hişyarîya dîrokî ji Kūruš re werê îzah dike: Eger ku ew welê be Kūruš, wê gavê em bi tenê dikarin xeberê ji farisan re bişînin û ji wan re meselê ronî û zelal bikin; ango ew yek talûkeya man û nemanê ye û dîsa wê yekê bi wan bidin zanîn û ji wan re bibêjin: Eger ku tiştek bi Medan bibe li vir, ew (Faris) jî nikarin bêtalûke rûnên li (Îran) wir!...
Îcar berî du hezar û şeş sed salî, pêşîyên kurda werê zekî, jîr û biaqil û xwedîyê vîzyonek ku dikaribûn talûkeyên pêşerojê bifikirin bûn. Mirov çi bibêje, heke ku mirov rewşa (…) îroj li ber çavan bigre…
Lê belê dîsan jî bira; Key Xusre, Ferîdûn, Rostemê Zal û ew keya û cengawerên Medan yên din di abîdeyên (yên ku wêga hinda ne, lê ew ê di pêşerojê de bêguman werin çêkirin) xwe de û di nav zêr û almasên şîn de û bi tac û li ser textên xwe rehet razên, ji ber ku torinên wan, yanî heraketa Medan ya hemdem; bi temamê xemil û xêza xwe ya muhteşem û li seranserê MEDYA û cîhanê li ser pîya ne û bi gavên mezin ber bi Medya modern ve dimeşin...


ÇAVKANÎ:

HERODOTOS´ från Halikarnassos
Muser eller Nio Historiska Böcker.
Öfversättning af FR. Carlstedt.
Andra Genomsedda Upplagan.
Förta Delen; Innefattande I, II och III Böckerna.
Stockholm, L. J. Hiertas Förlag. 1871.

Herodotos Historia
Werger: Profesorê Unîversîta Lund, Claes Lindskog
P. A. Norsted & Söners Fölag
KTNGL, HOFBOKTR IDUNS TRYCKERI-A,-B
STOCKHOLM 1920
[200555]

Herodotos Historia
Norstedts Förlag, Stockholm
Wereger: Profesorê Unîversîta Lund, Claes Lindskog
Tryckt hos ScandBook, Smedjebacken 2004
ISBN 91-7263-533-9

Xenofon:
En persisk furstes uppfosran (Perwedekirina mîrekî Faris)
Werger: Lars Nyberg
Printed in Sweden
Paul Åström förlag, Jonsered
ISBN 91-7081-055.9

Elsie Nordensvan: Tusen Och En Natt Och Andra Essayer
Stockholm 1917 Kungl. Boktryckriet.
P. A. Norstedt Och Söner. 172750.

LIVIUS
Articles on Ancient History
www.livius.Org Internet

Wêne: www.kurdist.ru


M. H. Şîmşek (Îlon 2009)

Inga kommentarer: